Sendîka Rojnamevanan û Çalakiyên Nehiştina Cûdakariyên Regezî (Gender)
Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê, ku birêz Azad Hamedemîn niha Serokê wê ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê ye dide zanîn ku rolê jinên mediyakar roj bi roj li Herêmê geştir dibe, her çende astengî û kêmasî hene, lê sendîka wan bi alîkariya saziyên navnetewî giringiyek mezin daye jinên mediyakar, ji perwerdeya zanista rojnamegerî bigre heta pirsên teknîkî û lîderiyê.
Azad Hamedemîn dibêje, aliyê qelsiya regezê jin ewe ku di lîderiyê de heta niha gelek nehatîye pêş lê vê dawiyê jinek Kurd kete di nava desteya Fedrasyona Cîhanî ya Rojnamegeran de:
“Em weke Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê heta astekê me hewlên baş dane ku lîderî bikeve destê jinên medyakar û serkirdayetî di destê jinan de be”.
Jibo bilindkirina rolê jinên medyakar dê 22’ê Nîsana îsal li bîranîna roja rojnamegeriya Kurdî Kongireya Cender ya Jinên rojnameger li Hewlêr were li dar xistin, ev jî piştî wê hewildanê tê dema sala par di kongreya IFG ya navnetewî de, endameke jin ya Sendîka rojnamevanên Kurd bû endama Cender ya Cihanî weke nûnera “Rojhilata Navîn” di fedrasyona rojnamevanên cîhanî de, zêdebarî vê jî di sendîka rojnamevanan de komîteya taybet ya jinan heye, dem bi dem raport û çalakiyên xwe belav dikin, Azad got.
Azad bal kişand ser karê Sendîka rojnamevan û binpêkirinên derheqê mafên jinên rojnamevan de, wî got ku “Ev du sale sendîka raporta datayên binpêkirinên li dij jinên medyakar diweşîne.”
Raporta îsal ya Sendîkayê bi navnîşana”Na jibo cûdakariya li ser bingeha regez û cênderiyê.”bû.
Azad got ku raporta rêxistina wan behsa wan hemî binpêkirin û astengiyan dike yên weke teşqeleyên seksî, cûdakariya regezî yên ku rojnamegerên jin rast hatine li hemî sazî û dezgayên ragihandinê li Herêma Kurdistanê.